logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Veysel Vesek

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Veysel Vesek

Veysel Vesek

Çend Têbînî, Lîsteyên Baroyê Mêrdînê yên salên 1971-1974'an  

  • Dîrok: 02/11/2024

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Baroya Mêrdînê di sala 1956’an de wekî baroyeke serbixwe hatiye ava kirin. Her baro ji bo tomarkirina endamên xwe tomarekî-sicîlekî çêdike û navê wê Lîste an jî Lewha ye. Berî çend mehan min li Hayyam Sahaf ya li Mêrdînê du Lîste-Lewhayên Baroya Mêrdînê peyda kirin. Lîsteya- Lewhaya yekemîn ya salên 1970-71’an, ya duyemîn lîsteya sala 1974’an e.

Lîsteya Baroyê Mêrdînê ya sala 1974’an
Baroya Mêrdînê wekî Lîsteya- Lewhaya Baroyê di sala 1971’ê, di meha reşemî/sibatê de pirtûkek çap kiriye. Ev lîsteya Baroya Mêrdînê li bajarê Mêrdînê, di matbaaya “Doguş”ê hatiye çapkirin. 
Di rûpela ewil da wiha hatiye nivîsîn: “Lîsteya Baroya Mêrdînê ya salên 1970-71’ê li gorî rêzkirina alfabetîka paşnavan hatiye sazkirin.” Her wiha di rûpela duyemîn de “Ev lîste li gorî kanûna Parêzeriyê ya hejmar 1136 û xala 75’emîn hatiye dirûstkirin” hatiye nivîsîn. 
Di vê lîsteya Baroya Mêrdînê de navê parêzer û reqama tomara wan û fotografekê wan hatiye danîn. 
Li gorî vê lîsteya Baroya Mêrdînê serokê Baroyê parêzer Yunus Kavak e û sicîl-tomara wî 11 e, yanî yazdehemîn parêzerê Baroya Mêrdînê ye. Di lîsteyê de 27 parêzer qeyd kirine. Ji van 27 parêzerên li Baroya Mêrdînê qeyd kirî; 17 li navenda Mêrdînê, li navçeya Midyadê 4, li navçeya Qoserê (Qezê) 2 (Davut Samanci û Adnan Ugurlu) û li navçeya Cizîrê 2 parêzer dixebitin (Şerafettîn Elçî, Nurettîn Yilmaz).

Wexta mirov vê lîsteyê dinirxînê gelek têbînî derdikevin holê. .Ev lîsteya Baroya Mêrdînê ji bo dîroka parêzerîya Mêrdînê çavkanîyeke gelekî hêja ye. Ji ber ku di lîsteyê de hem nav û navnîşan û tomara parêzeran heye hem jî sûretê-fotografekê wan jî heye, çavkaniyeke gelekî balkêş e. 
We çaxê yanî di salên 1970-71’ê de li Mêrdînê tevahî 27 parêzer hene û li navçeyên Dêrika Çîyaê Mazî, Mehsertê, Kerboran, Stewr, Qebala û li Nisêbînê tu parêzer nîn in. 

Di nava parêzerên wî çaxî de, navê siyasetmedarên navdar rehmetî Şerafettîn Elçî û Nurettîn Yilmaz jî hene û fotografên wan jî wekî çavkaniyeke dîrokî ne. Tomara rehmetî Şerafettîn Elçî 25 e, ya rehmetî Nurettîn Yilmaz 24 e û her du jî li Cizîrê dixebitin. Her wiha bavê nivîskarê tirk Mûrathan Mûngan, Îsmaîl Mûngan jî di lîsta Baroya Mêrdînê ya salên 1970-71’ê de cih digire.

Lîsteya Baroyê Mêrdînê ya sala 1974’an
Baroya Mêrdînê lîsteya (lewha) xwe sala 1974’an bê fotograf çapkiriye. Di lîsteyê de nav û navnîşan û Sicîla parêzeran heye. Li bin hin navên parêzeran navçeya xebatê jî heye, lê hinek jî bê navçe -cih hatine nivîsandin. 
Di sala 1974’an Serokê Baroya Mêrdînê parêzer Celîl Can e û bi wî re 6 kes di lijneya rêveberîya Baroyê de cî digirin. Li gorî vê lîsteyê hejmara endamên Baroyê du qat zêdetir bûye û bûye 62. Her wiha heta sala 1971’ê li navçeya Stewrê û Nisêbînê parêzer nebûn, lê di salan 1974’an de du parêzer li Stewrê (Edîp Hamîdî û Yalçin Kavak) dixebitin. Li Nisêbîne parêzerekî dest bi karê parêzeriyê kiriye û navê wî Kemal Ozçelik e. 

Listeyên (Lewha) Baroyan ji bo dîroka parêzerîyê çavkanîyên gelekî baş in. Hêvî dikim ev lîsteyên Baroyan yên çapkirî hemû werin peyda kirin û rojekî di muzeyekê werina pêş mirovan.
Ez fotoyên herdu Lîsteyên Baroya Mêrdînê pêşkêşî xwînera dikim.

Ev e her du lewhe...


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Di Sala 1989’an De Qedexekirina Albuma “Hoy Narê”

  • 23 Rezber 2024

Qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî xwedî pratîkek kevin e û xwedî berdewamiyê ye. Çanda kurdî, bi taybetî muzîka kurdî ya gelerî-folklorîk gelekî xurt e û li tirkî desthilatan ji destpêka komarê ve...

Komara Tirkiyeyê çawa qedexe danî ser rojnameya Roja Nû?

  • 04 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Komara Tirkîyê di sala 1923’an de hatiye ava kirin. Ji dema hatiye avakirin heya niha astengiyên li ser weşangeriya kurdî berdewam dikin. Sebebên vê gelekî cihêreng in. Ji ber...

Li ser strana “Serî Zavano” çend gotin

  • 03 Sibat 2024

Strana “Sarî Zavano” bêhtir li herêma Botan li ser zavê tê gotin. Lê di eslê xwe de stran bi her awayî, amadekariya dawetê vêdibêje. Û her hewa...

Hemû Nivîsen Veysel Vesek

Veysel Vesek kî ye?

Nivîskar û parêzer Veysel Vesek di sala 1979’an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navînê li navçeya Hezexê xwendiye. Li Ceyhanê lîse qedandiye û paşê xwendina xwe li Amedê li Zanîngeha Dîcle, di beşa Fakûlteya Hiqûqê de temam kiriye. 
Wî, di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnas ked daye. Di kovarên Aşdad û Dadistanê de ku li ser hiqûqê ne û bi kurdî ne gotarên wî hatine çapkirin. 
Vesek berhevkariya foklora kurdî dike û ew bi xebatên xwe yê li ser folklorê û dijîtalîzekirina folkora kurdî tê naskirin. Herî dawî di kanala Folkora Kurdan ya li ser youtubê da “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve bir/dibe. Veysel Vesek li Mêrdîne dijî, bavê du zarokan e û parêzeriyê dike. 

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Kerkûkê 25 mirî hene, berpirs kê ye?

ad

Newroza we pîroz be

ad

Nivîsên pişt kamyonan tên qedexekirin!

ad

Niştox Ronî Margulies merd

ad

Juventusî rekor şikna

ad

Li Îranê jî çalakiyan dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname